Как и обещал друзьям курдам христианам стихотворение. Специально для брата Серафима, его близких и друзей.
Темур Махмудов
Îsa Mesî
Ji bo hevalên min û kurdên welatparêz û Xwedênas, oldar û bi eşqa Xwedayê Mezin her tim şa û bextewar - kurdên mesheyî re!
Her şev dibe berbang
Ji bo me re bide nas
Ku evîn her tim ma
Û nabe qet xilas
Bidin û nertisin
Ji dilê xwe ê xas
Zanibin çi we da
Ew tas bibe du tas
Her roj wek salên me
Her sal jî zû diçe
Û tenê em zanin
Evîna te ji me naçe
Dewa ji te ez dikim
Razî me her deqe
Zanim ku em diçin
Zû were, dil weke
Xwedayê her Mezin
Dildarê miletan
Dest bide destê min
Em bê te wir ne man
Têmûr Maxmûdov