Kamûran Bedirxan û Evdirehman Qasemlû - Mûsa Anter

Aug 24, 2008 14:28



Ez dixwazim qala bîranîneke xwe bikim. Ji kurdên Îranê ji aliyê Urmiyê du bira li Stenbolê bi xwendina dibistanê mijûl dibûn. Hisêyn Qasemlu di zanîngeha teknîkê de dixwend û li wir dima. Ehmed Qasemlu jî li zanîngeha bijikiyê dixwend û li cem min dima.
Ez bawer im, di sala 1945 an de bû. Rojekî Hisêyn xortek lihevhatî û şiyar bi xwe re anî cem min. Ji min re got: Kekê Musa, ev jî Evdirehman e, birayê min yê biçûk e.
Evdirehman Qasemlu li Îranê lîse qedandibû. Ji bo berdewama xwendinê hatibû. Xortek lihevhatî û pir dilpak bû. Ji awira civakî ve têra xwe germ bû. Herdu birayên wî, Ehmed û Hisêyn ne mîna wî bûn. Hewesa wan bêhtir li ser karê hunerî hebû. Lê Evdirehman dixwest beşê civakî bixwîne. Min alîkariya wî kir û di wê beşa dibistanê de bi cî kir. Li mala me, ya xwendevanan dima. Ne tenê li malê, piştî dibistanê jî dihate cem min, ji nik min nediçû. Bi hezkirin û germiyek mezin bi Kurd û Kurdistanê ve girêdayî bû. Di her fersendê de ji min re qal dikir ku, ew dixwaze here Ewropayê.
Wê demê mala xwîşka Kamuran Bedirxan, Xwîşka Meziyet Bediraxê li aliyê Şişliyê bû. Kamuran Bedirxan jî li Parîsê dima. Me bi hev re, ji mehê carekî, roja înê ji mala wê, bi telefonê bi Kamuran re qise dikir. Rojekî bi rêya telefonê, min ji Kamuran re qala Evdirehman Qasemlu kir. Bi firehî li ser jîrekbûn û xwestina derketina wî ya Ewropayê zaniyarî da Kamuran.
Kamuran ji min re go: ”Xwestina te er sera, ser çavan, lawê min. Wî bi rêbike vir. Ez ê jê re bursekî ji bo xwendinê peyde bikim”.
Dema min mizgînî da Qasemlu, pir kêfa wî hat. Lê min jê re go: ”Şertek min heye. Pêwîst e çûna te ji aliyê birayên te jî bê pejirandin”.
Wê şevê bi birayên xwe re hatin serdana min. Birayên wî, çûna wî pejirandibûn. Lê pereyên wan tune bû. Wan dixwest bi nameyekî ji Îranê peran bixwazin.
Min ji wan re go: ”Ez tu pera ji we naxwazim. Çi pêwîst be ez ê bikim. Ew ne tenê yê we, her wisa birayê min e jî”.
Me qeyda wî ji zaningehê paşde girt, ewraqên wî tekuz kir û bi rêya trênê şand Parîsê. Wê demê Şerê Duwê yê Cîhanê bi dawî hatibû…
Piştî ku Evdirehman çû Parîsê, ne ji aliyê zaniyariyê û ne jî polîtîk çi caran têkiliyên xwe ji min qût nekir. Herdemê têkiliyên me hebû. Dema ji awira zimên û xebatê rewşa xwe baştir bû, li ser mijarên aşitî û pirsên ji min re balkêş bûn, ji kitêpxaneyan û zanîngehan ji min re dinivîsî. Kêfa Mîr Kamîran jî jê re dihat. Rêz û hurmeta Evdirehman jî li hemberî Kamuran û Xanima wî pir bû. Bi qasî lawekî nêzî wî dibûn.
Mîr Kamuran xalê xanima min bû. Lewma ji min re digo: ”Xwarzê”. Lê rojekî di axaftina me bi telefonê de, ji min re wisa go: ”Lawê min, ji ber ku zarokên min çênedibûn, ez herdem xemgîn dibûm. Lê te û Evdirehman, we ev valahî dagirt. Niha ez pir dilxweş û kêfxweş im. Êdî mirin jî li zoriya min naçe”.
Belê, Mîr Kamuran bi vê axaftina xwe bavîtî da bû min. Bavîtiya wî ji min re cihê serbilindî û şerefê ye.
Piştî axaftina wî, min herdem bi çavê bavê xwe li Mîr Kamuran dinêrî. Ji bo ku ez navê wî mezintir bikim û layêqî navê wî bim, min herdem xebatên xwe zêdeyî sînorê hêza xwe dikir. Îro jî şexsiyeta wî rêberiyê ji bo jiyana min dike. Ez bawer im sedema ku heta niha ez ji aliyê polîtîk û exlaqî ve li ser nigan mame, paya hîsên netewî yê ku min ji Mîr Kamuran girtî ne pir mezin in.
Dema mirov bala xwe bide Evdirehman Qasemlu û li ser şexsiyeta wî kur bibe, dê bê dîtin ku kaniya me yek e. Lê rewşa Evdirehman ji ya min erênîtir e. Ji ber ku mirinek bi şeref bû paya wî. Ji min re serbilindîyek mezin e ku, rojekî ez jî mîna wî ji bo gelê xwe şehîd bibim û ava şehadetê vexwim.
Ala ku Evdirehman Qasemlu bilind kiriye, îro jî di nava gelê wî de ye, her roj cihê xwe bilind dibe. Şerefa herî mezin jî ev e.

Mûsa Anter   (Hatiralarim, Doz yay)…

qasemlu, bedirxani, kamuran bedirxan, qasimlo, musa anter

Next post
Up